PeyamaKurd- Hukûmeta Kurdistanê, ji bo Cejna Êzîdiyan mesajeke nivîskî weşand.
Di mesajê de wiha hate gotin: “Hukûmeta Herêma Kurdistanê, Cejna Kurdên Êzîdî ya Cemayê pîroz dike.”
Mesajê wiha dewam kir: “Ji bo ku Kurdên Êzîdî yên ku ji ber êrîşên IŞÎDê ji mal û welatê xwe derketine vegerine malên xwe, Hukûmeta Kurdistanê xebatên xwe zêdetir kirine. Êzîdiyên ku di êrîşên IŞÎDê de jiyana xwe ji dest dane, em wan bi rêz bi bîr tînin û em hêvî dikin ku em cejnên xwe yên li pêşiya xwe, bi aşîtî û bi azadî pîroz bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin