PeyamaKurd- Di şerê navbera Hûsiyan û artêşa Yemenê de fermandarekî û sê leşkerên artêşê hatin kuştin. Navenda agahiyan ya artêşa Yemenê ragihand ku şêwirmendê fermandarê artêşa Yemenê tûxgeneral Hamid bîn Mansûr el-Kaifi gotiye ku wan cenazeyên Teymen (mulazim) Bilal Muhammed Cabir, Salah Hamid û Abdulfettah Ebû Ras li bajarê Marîbê bi merasim defin kirine.
Di beyana navenda agahiyan de, nehat gotin bê şer li ku derê çêbûye û leşker li ku derê hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin