Ibrahim Kalin: Putin dixwaze peymanekî nûh çêbike

Ibrahim Kalin: Putin dixwaze peymanekî nûh çêbike

PeyamaKurd – Li ser şerê Rûsya û Ûkaynayê berdevkê serokkomarê Tirkiyê İbrahim Kalın pêşdeçûnên dawiyê parvekir û got ku Putin dixwaze peymanekî nûh çêbike. Li gor ragihandina CCN ê Kalın weha got:

“Weka me fêmkiriye, Putin bi rojava redixwaze peymanekî nûh çêbike. Ev qismen bi Ûkrayna re têkildare. Lê beşekî mezin yê peymanê di navbera Rojavahiyan û Rûsyayê de ye. Rûsyakî nû û dinyakî nû heye. Rastiyeka nûh heye û dixwazin bazarekî nûh çêbikin. Ev, nîzama navdewletî û nîzama lîberal dixe nav ceribandinekî.

Ji bo em di navbera Rûsya û Ûkraynayê de aştiyê çêbikin, em her tiştî dikin lê weka serokê Amerîkayê destnîşan kir an ku Armageddon û şerê nukleerî heye. Eger hun di vî şerî de talûkên bilind bifikirin, ev ne ew tiştin ku nebin. Şerê ku dirêj bike, tenê wê şer û mirinê bi xwe re bîne. Hun dizanin wê di heman demê de li bihayên enerjiyê, yên emtiayan û li gelek tiştan bandoran bike.

Ji bo van tiştan, ji bo em terefan bînin ser masa müzakere, tiştê ji destê me tê em yê herî baş dikin. Niha em fêmdikin ku ti terefekî ji bo vêya amade nîne. Ji ber ku îlhaq hêj nûye û divê em zêdetir bixebitin û peyama ku em didin dostên xwe yên rojavayî ev e. Divê ew jî ji bo şer bi dawî bibe, destekê bidin hewlên heyî.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin