PeyamaKurd – Senatorê Komarîparêz ê Amerîkayê Lindsay Graham û Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin, li Koşka Mabeyn a Stenbolê hevdîtinek pêk anîn.
Serokomariya Tirkiyê piştî wê hevdîtinê ragihand ku di civînê de, dualî yên siyasî, aborî, têkoşîna dijî terorê, pîşesaziya berevaniyê, şerê Rûsya-Ukrayna, veguhestina zadê Ukraynayê bi ser Derya Reş de û mijarên herêmî yên têkildarî Sûriye û deryayên Ege-Spî hatine gotûbêjkirin.
Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de, mijara Konsepta Stratejîk a nû ya NATOyê û herwiha mijara hevkariya pîşesaziya berevaniyê û pêşveçûna di kirîna F-16an de hatine axaftin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin