Îddiaya 'Amerîka' ji Rûsyayê derbarê Rojava de!

Îddiaya 'Amerîka' ji Rûsyayê derbarê Rojava de!

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştî hevdîtina bi Wezîrê Derve yê Tûnisê Nebîl Ammar re di civîna çapemeniyê ya hevpar de axivî.

Lavrov bi bîr xist, Rûsya bi Tirkiye û Îranê re di çarçoveya formata Astanayê de di mijara Sûriyeyê de dixebite û destnîşan kir, ji ber mueyîdeyên Rojava pirsgirêkên cidî di aboriya Sûriyeyê de berdewam dikin.

Lavrov eşkere kir, ev yek bandoreke neyînî li ser aboriyê dike û got, "Amerîka di esasê xwe de li Rojava nîvdewleteke Kurd ava dike û nefta Sûriyeyê û genimê Sûriyeyê qaçax dike."

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin