PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku Servîsa Îstixbarata Derve ya Almanyayê (BND) ji serhildana koma çete ya Rûsyayê Wagner a beriya hefteyekê li dijî rêveberiya Moskovayê agahdar bû.
Li gor hat îdiakirin, Servîsa Îstixbarata Derve ya Almanyayê (BND) ji serhildana li dijî Rûsyayê haydar bû û beriya hefteyekê ji bo "nîşeya nezelal" ya serhildana muhtemel a koma çeteyên Wagner a Rûsyayê ya li dijî Kremlînê daxuyanî dabû.
Hat destnîşankirin, BND di vê mijarê de bi lez û bez Serokwezîr Olaf Scholz agahdar nekir, ji ber ku bi îstîxbarata welatên hevalbend re têkilî danî û nekarî agahiyê teqez piştrast bike.
Di nûçeyên taybet ên televîzyonên WDR û NDR ên Alman de hate gotin ku BNDê êvarê beriya ku komên Wagner navendên leşkerî yên Rûsyayê û bajarê Rostovê dagir bikin, hişyariya xwe ya yekem a derbarê bûyeran de daye hikûmeta Almanyayê.
Herwiha hat îdiakirin, îstîxbarata Almanyayê hevdîtinên navbeynkariyê yên di navbera lîderê Wagner Yevgeny Prigojin û Serokomarê Belarusê Aleksandr Lukashenko de guhdarî kiriye.
Di nûçeyên çapemeniya Alman de, BND ji ber ku dereng agahî daye hikûmetê tê rexnekirin.
KIRÎZA WAGNER
Damezrînerê şîrketa ewlekariya taybet Wagner Yevgeny Prigojin, artêşa Rûsyayê bi organîzekirina êrîşa 23ê Hezîranê li dijî Wagner tawanbar kir û gefa bersivdayînê xwar, şervanên Wagner ji Ukraynayê derketin û derbasî herêma Rostovê ya li ser sînor bûn.
Li ser vê rewşê, Servîsa Ewlekariya Federal (FSB) bi sûcdariya "hilweşîna çekdarî" doz vekir.
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn serhildana Wagner wekî "xiyanet" bi nav kir.
Prigojin da zanîn ku ew ê biçin Moskovayê û rêveberiya Kremlînê jî li gelek deverên welêt tedbîrên ewlehiyê zêde kirin.
Hat ragihandin, Yevgeny Prigojin pêşniyara Serokê Belarûsê Aleksandr Lukashenko ya ji bo kêmkirina rageşiya li Rûsyayê di 24ê Hezîranê de qebûl kiriye.
Prîgojîn da zanîn, wan berpirsyariya rijandina xwîna Rûsyayê fêm kiriye û ew ê konvoyên xwe paşve vegerînin û li gorî plansaziyê vegerin wargehên xwe.
Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir, wê dosyaya sûc a li dijî Prigojin bê girtin û diyar kir, "rêberê serhildanê" wê biçe Belarusê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin