PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Îranê Behram Qasimî diyar kir ku di navbera Îran û Amerîkayê de tu hevdîtin tunene.
Qasimî li paytext Tehranê civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir, heta ku helwesta "dijminane" ya Amerîkayê li dijî Îranê bidome, mizakere ne pêkan in û wiha dewam kir: "Amerîka her roj dide nîşan ku pêbawer nîne. Bi Amerîkayeke ku xwediyê siyaseteke wiha be ra tu carî hevdîtin wê çênebe."
Berdevk Qasimî diyar kir, ji ber ku mixalifên rejimê yên derveyî welêt seba daxuyaniyên dijî Îranê yên Serokê Amerîkayê Donald Trump Îranê diparêzin, ew kêfxweş in.
Mensûbên çapemeniyê bi bîr xistin ku Wezîrê Karên Derva yê Îranê Cewad Zerîf çend roj berê Umman ziyaret kir û piştî vê ziyaretê Wezîrê Karên Derva yê Ummanê Ûsiv bîn Elewî çû Amerîkayê û jê pirsîn ku e navbeynkariyek e an na. Qasimî got, "Haya min ji naveroka hevdîtinên Bîn Elewî yên li Amerîkayê tuneye."
Umman bi taybetiya xwe ya navbeynkarê Amerîka û Îranê tê nasîn
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin