Îlham Ahmed: “Hedefên me yên pêsî Efrîn û Idlib in!”

Dîroka weşanê :
Îlham Ahmed: “Hedefên me yên pêsî Efrîn û Idlib in!”

PeyamaKurd- Hevseroka Meclîsa Demokratîk a Sûriyê (MDS) Îlham Ahmed di derbarê hevdîtinê bi rejîma Şamê re hinek hûrgilî dan. Ahmed got ku em bi rejîma Şamê re li ser modela Otonomiya Demokratîk ya Bakurê Sûriyê û operasyonên Idlib û Efrînê sekinîn.

Ahmed got ku berî Idlibê ji bo me, hedef Efrîn e. Ji bo ku em Efrînê bînin ser rewşa ewil em dixebitin. Ne tenê Efrîn jî, hemî herêmên di bin qontrola Tirkiyê de, divê ji wan hêzên biyanî werin paqijkirin. Divê hemî hêzên biyanî ji Sûriyê vekişin. Rewşa Efrînê ji hemiyan xirabtir e. Her roj girtin û kuştin û îşkence li Efrînê çêdibin.

Îlham Ahmed li ser operasyona Idlibê jî wiha got: “Idlib jî niha di bin dagirkirinê de ye û gelê wê, qismekî zêde penaber bûye. Divê ew vegerine welatê xwe. Di operasyoneke wiha de em ê jî destekê bidin.”

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin