Îmamoglu: Bila AA navê xwe bike Ajansa Nûçeyan a AK Partiyê

Îmamoglu: Bila AA navê xwe bike Ajansa Nûçeyan a AK Partiyê

PeyamaKurd - Şaredarê nû yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ku hîn ji aliyê AKPê ve îtiraz li ser serkeftina wî têne kirin, bal kişand ser helwesta Ajansa Anadoluyê (AA) ya şeva hilbijartinê û bang li Midûrê Giştî yê Ajansa Anadolu Şenol Kazanci kir ku îstifa bike.

Îmamoglu herwiha got: "AA, bi baca me tevan kar dike. Lê wezîfeya xwe pêk nayîne. Bila biçe navê xwe bike Ajansa AK Partîiyê."

Li gorî amarên nefermî Namzetê CHPê Ekrem Îmamoglu Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bi dest xistiye.

Îmamoglu li ser helwesta Ajansa Anadolu (AA) ya rawestandina parvekirina amarên hilbijartinê beyî ku navê midûrê giştî yê Ajansa Anadolu Şenol Kazanci bilêv bike bang li wî kir û xwest îstîfa bike û di berdewamê de wiha axivî:

"Parek ji pereyê bêrîka min niha di berîka Midurê Giştî yê AAyê de ye. AA bi baca me tevan niha kar dike. AA çavkaniya nûçeyan a Tirkiyê ye. Lê erka xwe pêk nayîne. Bila biçe li Ak Partiyê siyasetê bike. Ger di saziya dewletê de be, divê li gorî brokrasiyê erka xwe pêk bîne."   

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin