PeyamaKurd – Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû li Qada Kasimpaşaya Kizilayê bi namzetê Şaredariya Beyogluyê ya CHPê Înan Guney re derket pêşberî gel.
Îmamoglû di dewama axaftina xwe de pankartên welatiyan xwend û ji welatiyê ku pankarta "Dîsa Dîsa Îmamoglû" girtibû re got, "Binêre dayê ez hîn bûm, dîsa dîsa 'Îmamoglû' nivîsîye, bi Kurdî çiqas xweş hatiye nivîsandin. Ez ê bibim qurbana zimanê te."
Îmamoglû ku nikarîbû pankarta Kurdî ya welatiyekî din bixwîne jî got, "Ez weya fêr nebûm, ez ê jî hîn bibim."
Herwiha jê re maneya afîşa "Em hemû yek in" hatiye nivîsandin jî hat gotin û Îmamoglû jî li ser wê wiha got: "Xuyaye em ê wan hîn bibin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin