PeyamaKurd – Wezîrê Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Îmaratên Erebî Enwer Muhammed Gargaş, diyar kir ku fikarên civaka navdewletî yên derbarê dahatuya Kurdên Sûriyê de meşrû ne.
Gargaş li ser hesabê xwe yê medya civakî derbarê Kurdan de daxuyanî dan.
Gargaş behsa operasyonên YPG-HSDê yên dijî DAIŞê kir û got, “Di çarçoveya rola Kurdan a şerê dijî DAIŞê de, fikarên herêmî û navdewletî yên derbarê dahatuya Kurdan de rewa ne.”
Gargaş da xuyakirin, “Di çarçoveyeke siyasî de nirxandina rol û cihê Kurdan, di nav yekparçeyiya Sûriyê de parastina wan li berjewendiya Ereban e.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin