PeyamaKurd- Rayedarên Îmarata Ereban, bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku ji ber qeyrana enerjiyê ya ku li Ukraynayê tê jiyandin, ew ê hejmareke zêde jeneratoran bişînin Ukraynayê.
Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat eşkerekirin ku ji ber şerê di navbera Rusya û Ukraynayê de berdewam dike û ji ber vî şerî qeyraneke mezin a enerjiyê li Ukraynayê rû daye, ew ê nêzîkî 2 hezar û 500 jeneratoran bişînin Ukraynayê.
Li gorî daxuyaniyê, dê rayedarên Îmaratê îro 1200 jeneratoran sewqî paytexta Polonyayê ya Varşovayê bikin û yên mayî jî dê heta meha rêbendanê bigihînin ber destên rayedarên Ukraynayê.
Her wiha di 15ê Berfanbarê de ango hefteyek berê jî rayedarên Îmarata Ereban, beşdarî konferanseke navneteweyî ya li Parîsê bûbûn ku nûnerên 70 welatan û saziyên navneteweyî beşdar bûbûn da ku alîkariya Ukraynayê bê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin