PeyamaKurd- Berdevkê wezareta karên derve yê Îranê Abbas Mûsawî ragihand ku Îranê bo balafira Ûkraynayê ku di serê salê de xistibûn, dayîna tazmînatê qebûl kiriye.
Balafira Ûkraynayê di meha 8 ê meha 1 ê de balafira Ûkraynayê ku 176 rêwî tê de bûn,ji aliyê artêşa Îranê de bi fuzeyê hatibû xistin. Gotinên Mûsawî ji aliyê ajansa fermî ya Îranê IRNA yê de hat ragihandin û got ku dana tazmînatê ji aliyê Îranê de hatiye qebûl kirin lê ji aliyê teknîkî û qanûnê de wê zemanê wê dirêj bibe.
Li ser mijarê di navbera Tehran û Kîevê de hevdîtin dewam dikin lê Îran dibêje ku piraniya rêwiyan hemwelatiyên Îranê ne!
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin