Îran bo bûyerên Iraq û Lubnanê Erebistanê sûcdar dike

Îran bo bûyerên Iraq û Lubnanê Erebistanê sûcdar dike

PeyamaKurd- Endamê meclisa ewlekariyê û komisyona diyaseta derve yê Îranê Alaaddin Bûrûcerdî ragihand ku xwepêşandanên li Iraqê û Lubnanê ji aliyê Erebistana Si’ûdî de tên destekkirin. Bûrûcerdî bo Ajansa Meclisê ya Îranê (ICANA) yê weha ragihand:

“Rêvebirên Erebistanê bi sedema xwepêşandanên li Iraq û Lubnanê cejnê dikin û xwepêşandanan teşwîq dikin. Amerîka û Îsraîl bo zêdekirina xwepêşandanan komployan dikin. Her dû dewlet dixwazin li Lubnanê, di navbera xelkê û Hîzbûllahê de dijminahiyê çêbikin. Hîleyên dijmin li Lubnanê û Iraqê demkî ne û wê biqedin. Temenê wan xwepêşandanan ji yên li Fransayê wê kurttir be.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin