PeyamaKurd- Îranê ragihand ku ew dixwazin herêma Idlibê bê şer û qirên bikeve bin qontrola Şamê de.
Di derbarê pêşeroja Sûriyê de rêvebirê taybet yê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Caberî Ensarî axivî û îfadeyên balkêş bi kar anîn.
Ensarî got ku em û Tirkiye û Rûsya hewl didin ku herêma Idlibê bê şer û qirên û bêyî ke kesek were kuştin, têxine bin qontrola Şamê de.
Ji xeynî vê jî Ensarî got ku ji bo alîkariya li Sûriyê û Yemenê jî di pêşerojê de ew ê li Moskowê hinek hevdîtinan pêk bînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin