Îran: Dorpêç bên rakirin em amade ne li hev bikin

Dîroka weşanê :
Îran: Dorpêç bên rakirin em amade ne li hev bikin

PeyamaKurd- Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mecîd Teht Revançî, derbarê danûstandinên nerasterast ên bi DYAyê re ji BBCyê re axivî û diyar kir ku ger Washington ji bo rakirina dorpêçan amade be, Tehran jî ji bo lihevkirineke nû ya navokî amade ye ku hinek tawîzan bide nîqaşkirin.

Revançî destnîşan kir ku gera duyemîn a danûstandinan dê roja sêşemê li Cenevreyê dest pê bike û got, "Niha top di qada DYAyê de ye; divê ew îspat bikin ku di lihevkirinê de ji dil in."

Teht Revançî herwiha tekez kir ku mijara "sifirkirina dewlemendkirina uranyumê" ji bo wan ne li ser maseyê ye û wan bi tu awayî qebûl nekiriye ku li ser bernameya xwe ya mûşekên balîstîk danûstandinan bikin, ji ber ku ev yek ji bo parastina wan a li dijî êrîşên Îsraîl û DYAyê girîng e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin