PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî, di civîna rojnamevanî ya li Tehranê de, li ser aloziya bi Îsraîlê re û bersiva kuştina Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye daxuyanî dan.
Nasir Kenanî ragihand, “Mafê me heye, em di çarçoveya hiqûqa navdewletî de, êrîşkar ceza bikin.”
Kenanî herwiha diyar kir, mafê parastina ewlehî û serweriya Îranê mafekî teqezî ye û ew dê bersiva pêwîst bidin Îsraîlê.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê da zanîn ku dê kuştina Heniye ti bandorekê li berxwedana Filîstîniyan neke.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin