PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 18ê Tîrmehê li girtîgeha Qizilhesar a bajarê Kerecê 3 girtî hatin îdamkirin.
Li gorî ragihandina HRNAyê îro 18ê Tîrmehê, li girtîgeha Qizilhesar a bajarê Kerecê cezayê îdamê yê 3ê kesên bi navên “Siyamek Heyatbînî, Muslim Hewasîzadeh û Seyîd Mensûr Seyîdî” hate înfazkirin.
Hatiye diyarkirin ku ew hersê girtî zêdetir 10 sal berê bi tohmeta bazirganiya madeyên hişber hatibûn binçavkirin û cezaya îdamê bi ser wan de hatibû sepandin.
Hate zanîn ku “Musilm Hewasî û Siyamek Heyatbînî” xelkê bajarê Kuyeşt a parêzgeha Loristanê û “Mensûr Seyîdî” jî xelkê ajarê “Tehran”ê bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin