Îran menzîla fuzeyên xwe zêde dike

Îran menzîla fuzeyên xwe zêde dike

PeyamaKurd-Fermandarê hêzên hewayî yê Îranê Tûxgeneral Ezîz Nasirzade ragihand ku tevî dijberiya Amerîkayê jî wê menzîla fuzeyên xwe zêde bikin û weha got:

“Bernameya me ya herî girîng ew ku em menzîla fuze û muhîmmatên xwe zêde bikin. Em di vê mijarê de qet sînor daneynin.”

Îran piştî ku Amerîka xwe ji peymana nukleerî ya Îranê vekişand, Îran jî li dijî Amerîkayê çi ji destê wê tê dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin