Îran, mosekên Fatih û Zulfîkar disîne Rusyayê

Îran, mosekên Fatih û Zulfîkar disîne Rusyayê

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên çavkaniyan ku dane rojnameya Amerîkî Washington Postê, Îran ji bo şerê navbera Rusya û Ukraynayê dabînkirina çekan dewam dike. Hat îdiakirin ku dê Îran moşekên Fatih û Zulfîkar jî ji Rusyayê re bişîne.

Di nûçeya ku spartiyê agahiyên çavkaniyan hatiye belavkirin de hat ragihandin ku Îran dê moşekên Fatih-110 û Zulfîkar bişîne Rusyayê da ku li dijî Ukraynayê bên bikaranîn. Di agahiyên hatin parvekirin de hat ragihandin ku piştî balafirên bêmirov ên kamîkaze, vê carê jî Rusya di nav hewila peydakirina moşekên Îranê de ye.

Beriya niha jî ji aliyê îstîxbara Amerîkayê ve hatibû ragihandin ku Tehran kamîkaze dane Rusyayê lê ev agahî ji aliyê rayedarên Rusya û Îranê ve hatibû redkirin.

Di rojên borî de jî dema dîmenên şer hatibûn belavkirin, balafirên navborî li asîmanên Kievê hatibûn dîtin.

Her wiha ji aliyê rayedarên ku ji bo Washington Postê axivîne ve îdiayên nû jî hatine kirin ku Îranê ji bo Rusyayê tenê şandina balafirên bêmirov qebûl nekiriye, şandina moşekên balîstîk jî qebûl kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin