Îran: Operasyona 'Rojava' bi kordînasyona rêveberiya Sûriyê bikin

Îran: Operasyona 'Rojava' bi kordînasyona rêveberiya Sûriyê bikin

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cewad Zerîf bang li Tirkiyê kir ku heger operasyonekê li ser Rojhilatê Çemê Firatê bike, divê bi kordînasyon û haydarkirina rêveberiya Esed bike.

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê Zerîf got, dê operasyona Tirkiyê bêyî erêkirina rêveberiya Sûriyê ti çareseriyekê ji krîzê re neyîne û wiha pê de çû: “Divê ev operasyon piştî pêkanîna kordînasyona pêwîst a ligel dewleta Sûriyê pêk were.”

Wezîrê Îranê li ser pirsa vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê jî got, hîn zû ye ew li ser sedemên vekişîna wan biaxivin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin