ÎRAN - Serokê Eniya Reformê û çend endamên wê hatin desteserkirin

Dîroka weşanê :
ÎRAN - Serokê Eniya Reformê û çend endamên wê hatin desteserkirin

PeyamaKurd - Li Îranê, tê ragihandin ku serokê Eniya Reformê, Azer Mansûrî, ji aliyê Artêşa Pasvanên Şoreşê ve bi tohmeta "reftarên neqanûnî" hatiye desteserkirin.

Li gorî raporên medyaya Îranê, Azer Mansûrî, ligel serokê Komîteya Siyasî, Îbrahîm Asgerzadeh û endamekî sereke, Mohsen Emînzadeh, ji aliyê Artêşa Pasvanên Şoreşê ve ji ber "reftarên neqanûnî û hevrêzkirina bi propagandaya dijminane" hatine desteserkirin.

Eniya Reformê di daxuyaniyekê de li ser platforma medyaya civakî X, desteserkirina xwe piştrast kir.

Azer Mansûrî piştî îstifaya serokê berê yê wê, Behzad Nebavî, serokatiya Eniya Reformê girtibû ser xwe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin