Îran: “Sîparîsên IHAyan ji jimara hilberîna me qat qat zêdetire”

Îran: “Sîparîsên IHAyan ji jimara hilberîna me qat qat zêdetire”

PeyamaKurd – Serokerkanê Îranê Tumgeneral Muhammed Baqirî di konferansekî de axifî û got ku sîparîşên İHAyan yên ji Îranê tên kirin, jimara wan ji jimara hilberîna wan gelek zêdetire. Baqirî weha got:

“Wextakî kirîna tiştan ji me re hatibû qedexekirin lê niha firotina tiştan ji me re hatiye qedexekirin. Îro jimara hilberîna me ya balafirên bê ajotvan, ji sîparîşên ku muşteriyên me didin gelek kêmtire. Jimara sîparîşan ji hilberîna me qat qat zêdetire. Welatên herî mezin yên dinyayê dixwazin sîlihên me bikirin.”

Baqirî got ku di bergiriya pîroz de, di du sed salên dawiyê de tiştên ku dinya jiya, ew bervajiyê wê jiyane, temamê dinyayê di bin kontrola Saddam de bû ye û Saddam di dinyayê de xwediyê desteka siyasî ya tam, hûqûqî, leşkerî û navdewletî bû ye. Baqirî weha dewam dike:

“Lê îmamê eslî ji milletê Îranê re serpereştî kir, cîhad, ezîm, desthilat bi afirandinê rûpela dîrokê berevajî vegerand. Millet û artêşa me 8 sal di ber xwe da û bi ser ket.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin