PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Huseyîn Kenanî der barê welatên Ewropayê de got, "Xiyaneta van welatan a li hemberî gelê Îranê gelek caran hatiye îsbatkirin."
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê li hember daxuyaniyên destwerdana welatên Ewropayê yên li dijî wî welatî bertekeke tund nîşan da.
Derbarê welatên Ewropayê yên li dijî Îranê de jî Kenanî got, "Xiyaneta van welatan li dijî gelê Îranê gelek caran hatiye îspatkirin.
Her wiha Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî li dijî daxuyaniyên destwerdana Almanyayê got, "Têkoşîna li dijî teror, tundî û nefretê berpirsyariyeke eşkere ya navneteweyî ye. Almanya vê mijarê ji bo xwe weke xeta sor dibîne. Lê belê ji aliyê amûran ve, Îran "Tevgera van diyardeyên xerab dike û bi durûtî têkoşîna me ya rewa ya li dijî wan şermezar dike."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin