Îranê 3 Kurdên dî jî idam kirin!

Dîroka weşanê :
Îranê 3 Kurdên dî jî idam kirin!

PeyamaKurd- Îranê 3 mehkûmên Kurd ên dî jî idam kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan ya li Rojhilatê Kurdistanê (Hengaw) ragihand ku li hinek bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên cuda tevde 3 hebsiyên Kurd hatine idamkirin.

Hat ragihandin ku hebsiyê Kurd Mewlûd Şah Hisênî yê ku ji bajarê Isfehanê bû, bi sûcdarkirina firotina madeyên hişbir hatibû mehkûmkirin, di 29 saliya xwe de hate idamkirin.

Duh jî li bajarê Îlamê Kurdekî bi navê Qurûş Behzadiyan bi kujeriyê hatibû mehkûmkirin, hate idamkirin.

Di 14ê Cotmehê de mehkûmê bi anvê Eslan Şîranî jî hate idamkirin.

Di demên dawî de idamkirina Kurdên li Îranê pir zêde bûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin