PeyamaKurd- Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Nasir Kenanî, helwesta Almanyayê ya li dijî xwepêşandanên Îranê de rexne kir û Serokwezîrê Almanyayê jî bi berhevdaniyê tawanbar kir.
Kenanî, di daxuyaniya ku li ser malpera înternetê ya wezaretê hat dayîn de bersiva Serokwezîrê Almanyayê Olaf Schols da. Kenanî Scholz bi destwerdanî û berhevdaniyê tawanbar kir û da zanîn ku ev yek li dijî kevneşopiyên dîplomatîk e.
Nasir Kenanî da zanîn ku hin welat mafên mirovan dikin amûrê lîstikên xwe û got,
“Ew piştgiriya xwe ya ku didan rejîma Sedam, piştî ku xwe ji peymana Plana Çalakiyên Hevpar a Dorfireh vekişand, di dorpêçên li dijî Îranê hatin kirin de tevgerîna xwe ya bi Amerîkayê re û di encama wê de rewşên wekî bêdengmayîna IŞÎDê ya li dijî Tirba Şah Çerag ji bîr dikin.”
Kenanî da zanîn ku Îran di mijara mafên mirovan de xwe dispêre xala berpirsiyariyê û li vê gorê tevdigere û diyar kir ku Almanya di mijara rêzdariya li dijî serweriya Îranê de ji berpirsiyariya xwe ya navneteweyî direve.
Nair Kenanî bi berdewamî da zanîn ku ji bilî vê jî Almanya ji bo teror û komên cudakar ên li dijî Îranê, stargehan dabîn dike û xwe wekî parêzvanê mafên mirovan nîşan dide.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin