PeyamaKurd - Îranê geştên asmanî ya piştî desthilatbûna Talîbanê li Afganistanê ku hatibûn rawestandin ji nû ve da destpêkirin.
Televîzyona Îranê ya beşa erebî Al Alam eşkere kir, di navbera Îran û Afganistanê de geştên bazirganiyê careke din dest pê kirine û balafira Îranê ya dakete balefirgeha Kabulê wek yekem balafira Îranê ya piştî desthilatdariya Talîbanê bûye.
Balafira Îranê ji bajarê Meşhedê rabûye ku ji ser rêyên asmanî ya Mahan a Îranê rabûye û dîplomatên Îranî jî di nav de 19 kes tê de balafirê de hebûn.
Geştên asmanî yên Îran û Afganistanê bi desdanîna ser deshilatiyê ya Talîbanê re, 16ê Tebaxê hatibûn rawestandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin