Îranê bi daxuyaniyekê bersiva Sazadeyê Erebistana Siûdî da

Dîroka weşanê :
Îranê bi daxuyaniyekê bersiva Sazadeyê Erebistana Siûdî da

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade, bi daxuyaniyekê bersiva Şazadeyê Erebistana Siûdî da û diyar kir, ew pêşwazî li guherîna "tona axaftinê" ya Erebistana Siûdî dikin.

Seîd Xetîbzade da zanîn, Komara Îslamî ya Îranê piştevaniya pêkve xebata li herêmê dike.

Ev helwesta Îranê di demekê de ye ku berî niha Şazadeyê Erebistanê Mihemed bin Selman dabû zanîn, ew dixwazin kêşeyên xwe yên bi Îranê çareser bikin û pêwendiyeke baş bi Tehranê re dixwazin.

Herwiha çend roj berê jî, îdiaya civîna rayedarên Erebistana Siûdî û Îranê li Iraqê belav bûbû, piştre Riyad ev îdia red kir û Tehranê jî di vê mijarê de bêdengî hilbijart.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin