Îranê, girtiyê Kurd darve kir!

Îranê, girtiyê Kurd darve kir!

PeyamaKurd- Li gorî nûçeya ku ji aliyê Hengawê ve hat ragihandin, girtiyê Kurd Elî Dukanlo ku bi kuştina bi qestî hatibû tohmetbarkirin, li Girtîgeha Navendî ya Urmiyê hat darvekirin.

Li gorî raporta ku ketiye destê Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, roja çarşema borî ango di 01.03.2023yan de Elî Dukanlo bi tawana kuştina bi qestî hatiye darvekirin.

Her wiha hat ragihandin ku di heman demê de sizayê darvekirinê yê 2 girtiyên din ên bi navên Ramîn Şîrzadî û Celal Taherî, bi razîbûna malbatên wan piştî dayîna fidyeyê hat rawestandin.

 Ev girtiyên kuberê ji aliyê dezgeha dadweriya Îranê ve hatibûn girtin û bi sizayê darvekirinê hatibûn mehkûmkirin, di 27ê Sibatê de ji bo Girtîgeha Navendî ya Urmiyeyê hatin veguhestin da ku wan bikin hucreyên takekesî.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, heta niha di medyaya dewleta Îranê û çapemeniya ser bi dezgeha dadwerî ya Îranê de li ser darvekirina Elî Dukanlo tu agahî nehatine belavkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin