PeyamaKurd – Piştî kuştina Fermandarê Hêza Qudusê ya Pasdarên Îranê Qasim Silêmanî ji aliyê Amerîkayê ve, li şûna Silêmanî cîgirê wî Îsmaîl Qaanî hat destnîşankirin.
Li gorî ragihandina ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamaney li şûna Silêmanî, Îsmaîl Qaanî tayîn kir.
Qaanî di şerê Iraq-Îranê yê heyama Sedam Hisên de, fermandariya Lîwayên Nasr-5 û Îmam Riza-21ê kiribû.
Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Penatgon) îro ragihandibû ku di encama êrîşeke asmanî ya bi ser balafirgeha Bexdayê de, Fermandarê Hêza Qudusê Qasim Silêmanî û Cîgirê Serokê Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis hatine kuştin.
Xamaney li ser kuştina Silêmanî gefa tolhildanê xwar û 3 roj jî şîn ragihand.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin