PeyamaKurd- Muhafizên Şoreşa Îranê, li Sûriyê li herêma Dêra Zorê li dijî hinek komên çekdar êrîşek pêk anîn.
Di derbarê bûyerê de çapemeniya Îranê ya fermî daxuyaniyek da û got ku Muhafizên Şoreşa Îranê, bi moşekan li navçeya Elbû Kemal ya Dêra Zorê li kozik û çeperên IŞÎDê xistine. Nehate zelalkirin bê çend moşek hatine avêtin. Li gorî îddayê, Îranê li dijî êrîşa Ahwazê ev êrîş pêk aniye.
Îranê li seet 02:00ê ji bajarê Kîrmaşanê moşekên Zulfîqar Kiyamê ku menzîla wan 750 km. ne avêtine.
Di 22yê Êlûnê de li bajarê Îranê Ahwazê êrîşeke çekdarî li dijî leşkerên Îranê hatibû kirin û 25 kes hatibûn kuştin û 69 kes jî birîndar bûbûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin