PeyamaKurd- Li Iraqê xwepêşandan nema radiwestin û îro li Bexdayê di xwepêşandanan de 5 kesên din mirin û di ser 30 kesî de birîndar çêbûn. Îro xwepêşandêr xwestin bikevin nav xeta kesk ku tê de hemû rêvebiriya hukmî û mîsyonerên an ku balyozên biyanî hene.
Xwepêşandêr xwestin bikevin baregeha serokwezîr Adil Abdulmehdî lê hêzên asayîşê bertekeka tund nîşanî xwepêşandêran dan. Xwepêşandêr xwestin xwe bigihînin televizyona dewletê, balyozxaneya Îranê û taxa ku wezareta dadê lê ye.
Berdevkê artêşa Iraqê General Abdulkerîm Xalef ragihand ku xwepêşandêr xwestine bikevin wezareta dadê û xwaringehekî şewitandine lê hêzên asayîşê xwepêşandêran ji hev belav kirine.
Jimareka zêde yên hêzên asayîşê hatine şandin bo ciyê bûyerê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin