PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Semawayê dema derbasbûna karwana hevpeymaniya navdewletî êrîşeke bombeyî pêk hat.
Li gorî ragihandina, Tora Sumeriye Newsê, dema derbasbûna karwana Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li bajarê Semawa yê Iraqê, li kêleka rêya navdewletî bombeyeke çandî hat teqandin.
Çavkaniyan diyar kiriye ku di encama teqînê de kuştî û birîndar çênebûne, lê zirarên madî çêbûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin