PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudani ragihand ku wê ji hewa û bejayiyê de alîkariyê ji Lubnanê re bişînin. Li gor ragihandina nivîsîngeha serokwezîrtiya Iraqê ya nivîskî weha hat gotin:
“Iraq, di çarçova fermana hukumetê û fermana banga merciya olî ya Elî es-Sîstanî, em ê destekê bidin xelkê Lubnanê û em mijarê radigihînin.
Em ê êşa birayên xwe yên Lubnanê di rêya hewayî û bejayiyê de sivik bikin û sewqiyata petrolê hêsan bikin. Ji bo santralên elektrîkê saz bikin û pêdiviyên dezgên xizmetên din birêbixin, em amade ne alîkariyê bikin. Ji bo dermankirina birîndarên Lubnanê deriyên me ji wan re vekiriye.”
Baregeha serokê ayînî yê Şi’ayên Iraqê Ayetullah Ali es-Sistani li ser bûyerên Lubnanê bi nivîskî ragihandibû ku hukumeta Iraqê ji bo xelkê Lubnanê alîkariyê bike.
Wezareta tenduristiyê ya Lubnanê îro ragihandibû ku di êrîşên hewayî yên Îsraîlê de 356 kes mirine û 1246 kes birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin