PeyamaKurd- Balafirên şer yên Iraqê li Sûriyê, li çeperên DEAŞê xistin. Êrîş bi hevkariya rejîma Esed û Bexdayê çêbûn.
Ragihandina nûçeyê ji aliyê daîra çapemeniyê ya serokwezîrtiya Iraqê de hat kirin. Di ragihandinê de weha hat gotin: “Bi fermana serokê hêzên artêşa Iraqê (serokwezîr) balafirên şer yên Iraqê, li ser sînorê Sûriyê û Iraqê li çeperên DEAŞê xistin.
Di beyanê de hat gotin ku hebûna DEAŞê li ser sînorê Sûriyê bo Iraqê xetere û bo Iraqê tehdide. Ji ber wê ev êrîş hatin kirin. Wê ev êrîş bibin alîkar da DEAŞ li herêmê têkbiçe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin