Iraq û Sûriyê li ser deriyên tixûban li hev kirin!

Iraq û Sûriyê li ser deriyên tixûban li hev kirin!

PeyamaKurd- Di van rojên ku şerê Sûriyê ber bi dawiyê ve diçe de; Rejîma Sûriyê, li ser vekirina deriyên tixûban bi Iraqê re hevdîtinek kir.

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî ji bo hinek hevdîtinan hatibû paytextê Sûriyê Şamê. Caferî li Şamê bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Welîd el Muallîm re hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtinê de her du wezîran li hev kirin ku deriyên tixûban yên di navbera Sûriyê û Iraqê de careke dî werin vekirin.

Piştî hevdîtinê Wezareta Karên Derve ya Sûriyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê berî gavekê, deriyên tixûban werin vekirin. Lewra derbasbûna mal û insanan wê bandoreke erênî li ser pirsgirêkên her du dewletan bike.

Ji bo vekirina deriyan, heta niha dîrokek nehatiye eşkerekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin