Iraqê 5,000 girtiyên DAIŞê ji Rojavayê Kurdistanê veguhestin: Pêvajoya darizandinê dest pê kir

Dîroka weşanê :
Iraqê 5,000 girtiyên DAIŞê ji Rojavayê Kurdistanê veguhestin: Pêvajoya darizandinê dest pê kir
Nivîskar: İlyas batu (Edîtor) - nûçeyên wî/wê

PeyamaKurd – Berdevkê Fermandariya Bilind a Hêzên Çekdar ên Iraqê Sebah Nûman ragihand ku heta niha nêzîkî 5,000 endamên DAIŞê ji zindanên Rojavayê Kurdistanê bo Iraqê hatine veguhestin.

Nûman di daxuyaniyekê de ji bo ajansa Rûdawê diyar kir:

Veguhestina girtiyên terorîst ji Sûriyê bo Iraqê bi hevahengiya Hevpeymaniya Navdewletî berdewam dike û ev kes di girtîgehên Iraqê de têne girtin.”

Hat ragihandin ku ev girtî beşek in ji plana veguhestina 7,000 gumanbarên ku berê di destê HSDyê de bûn.

Sebah Nûman destnîşan kir ku “Dadweriya Iraqê dest bi pêkanîna prosedurên yasayî û edlî li dijî van kesan kiriye da ku cezayê adil bistînin.”

Her wiha berdevkî piştrast kir ku rê ji bo Kurdên Êzidî û hemû qurbaniyên DAIŞê hatiye vekirin da ku li dijî van kesan gilî bikin û tekez kir:

Hemû sûc û kiryarên terorîstî têne lêkolînkirin daku ev kes cezayê dadperwer wergirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin