Iraqê balyozê Tirkiyeyê vexwend û gotinên Hakan Fîdan şermezar kirin

Dîroka weşanê :
Iraqê balyozê Tirkiyeyê vexwend û gotinên Hakan Fîdan şermezar kirin

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Iraqê, bi daxuyaniyeke tund bertek nîşanî gotinên Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan da.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Iraqê Mihemed Husên Behr al-Ulum, balyozê Tirkiyeyê li Bexdayê Anil Bora Înan vexwand wezareta derve da ku nerazîbûna fermî ya Bexdayê ragihîne.

Iraqê daxuyaniyên Fîdan ên di 9ê Sibatê de wekî “desttêwerdaneke di karûbarên navxweyî yên Iraqê de” û “zêdegaviyeke li ser adetên dîplomatîk” pênase kirin.

Cîgirê Wezîrê Derve tekez kir ku Iraq dewleteke bisazî ye û divê herêmên mîna Şingalê wekî “karûbarên neteweyî” li gorî mekanîzmayên navxweyî werin çareserkirin.

Li aliyê din, balyozê Tirkiyeyê îdia kir ku daxuyaniyên Fîdan ji ber “wergereke xelet” nehatine fêmkirin.

Balyoz Înan destnîşan kir ku mebesta Fîdan tenê “çekdarên PKKê yên li Iraqê” bûne û Tirkiye rêzê li “serweriya Iraqê” digire û naxwaze desttêwerdanê di siyaset û karûbarên Iraqê de bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin