PeyamaKurd – Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê yê ji bo Karûbarên Êzidiyan, Xelef Sincarî, nîgeraniya xwe ya kûr derbarê êrîşên li ser taxên Şêx Meqsûd û
Eşrefiyeyê yên Helebê anî ziman. Sincarî hişyarî da ku ev geşedan dikarin rê li ber "karesateke nû ya qirkirinê" û vegera terorîzmê vekin. Di heman demê de, Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên bi hevtayê xwe yê Siûdî re peywendiyek telefonî pêk anî û daxwaz kir ku şer raweste.
Iraq hişyarî dide ku koçberbûna bi hezaran Kurdan dê bandoreke rasterast li ser ewlehiya Iraqê jî bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin