ISÎDê di 3 mehan de 240 êrîs kirin!

Dîroka weşanê :
ISÎDê di 3 mehan de 240 êrîs kirin!

PeyamaKurd- Rêxistina terorî IŞÎDê di van 3 mehên dawî de li herêma Kerkûk û Mûsilê 240 êrîş pêk anîn.

Di derbarê mijarê de erkdarekî Konseya Ewlehiya Kurdistanê ji çapemeniya Amerîkayê re axivî û got ku IŞÎDê di van mehên dawî de êrîşên xwe gelekî zêde kirin. Tenê di meha Tebaxê de 70, di meha Êlûnê de 80 û di meha Cotmehê de jî 90 êrîş kirine. Bi piranî êrîş li herêmên Kerkûk, Mûsil, Hawîce û Mexmûrê hatine kirin.

Li gorî pisporên leşkerî yên Amerîkayê, Mûsil careke dî di bin talûkeya IŞÎDê de ye. Li gorî heman çavkaniyê, IŞÎD ji bo ku bi hêzên Iraqî re şerekî dûvdirêj bike, amadekariyên xwe dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin