PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Îsraîl amadekariya vekirina balyozxaneya xwe ya li paytexta Tirkmenistan Aşqabadê dike ku 20 km nêzî sînorê Îranê ye.
Li gorî nûçeya nûçeya Kanala i24 a Îsraîlê, Îsraîlê dixwaze li Aşqabada Tirkemenistanê balyozxaneya xwe vebike ku di 20 kîlometreyan nêzîkî sînorê Îranê ye.
Herwiha hatiye ragihandin ku wê Wezîrê Derve yê Îsraîlê ji bo mijara vekirina balyozxaneya hertimî ya Tirkmenistanê di demeke nêz de serdana wî welatî bike.
Vekirina balyozxaneya Îsraîlê li Tirkmenistanê, wekî peyameke ji bo rejîma Îranê tê nirxandin ku Îsraîl li deverê xwedî nifûzeke zêde ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin