PeyamaKurd - Îsraîl êrişên xwe li başûrê Kerta Xezzeyê jî zêde dike û bang li xwecîh û şêniyên li Han Yûnûs û derdora wê dike ku wan deveran vala bikin.
Li Xezze ya ku ji 17 hezar 700 kesî zedetir kes canê xwe ji des dayî û ji 48 hezar û 780 kesan zêdetir jî birîndar lê hene, Serbaziya Îsraîlê ji sivîlên li Han Yûnûsê daxwaza derçûyîna ji deverê dike. Bi sed hezaran kesên sivîl, ji bo ku xwe ji êrişênli bakûrê Xezzeyê yên Îsraîlê biparêzin hatibûn vê deverê.
Îsraîl îdia dike ku pêşengê Hamasê li vê deverê dimîne û berê êrişên xwe dide başûrê Xezzeyê.
Ji aliyê din de Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netenyahû roja Şemiyê ragihandibû ku "Heta ku bigihên armancên xwe dê şerkirinê berdewam bikin" û daxuyandibû ku "bêy operayona bejayî jî ev mumkun nîn e."
Piştî daxuayniya Netenyahû roja Yekşemê jî Serbaziya Îsraîlê êrişên xwe li der dora Han Yûnûsê zêde kir û li sivîlan bang hat kirin ku j5 deverên li wê hewildoriyê ne terk bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin