PeyamaKurd - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant diyar kir ku li Xezzeyê çaryek ji endamên Hamasê hatine kuştin û herî kêm bi heman rêjeye jî birîndar bûne. Gallant got: "Pevçûnên li Xezeyê wê bi mehan bidome."
Gallant di derbarê êrîşên Îsraîlê yên li Xezzeyê de ragihand ku wan dest bi jimartina kuştî û birîndarên Hemasê kiriye û got: "Herî kêm çaryek ji terorîstên Hamasê hatine kuştin û bi heman rêjeye jî Hemasî birîndar bûne."
Yoav Gallant destnîşan kir ku wê şerê li Xezzeyê bi mehan dom bike û dom kir: "Li Xezzeyê hîn jî terorîstên ku berxwedanê didomînin hene û em li dijî wan şer dikin."
Gallant di daxiya axaftina xwe de angaşt ku cebilxaneya Hemasê kêm bûye lê belê hîna jî xwedî kelûpelên çek e.
Artêşa Îsraîlê herî dawî ragihandibû ku li Xezeyê zêdeyî 9 hezar endamên Hamasê hatine kuştin û payîn kiribû ku nêzîkî 30 hezar endamên Hamasê yên çekdar hene.
Artêşa Îsraîlê her wiha dabû zanÎn ku ji destpêka operasyona bejayî ya li Xezzeyê heta niha 220 leşkerên Îsraîlê can dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin