Îsraîl: Em destûrê nadin ku nûnertiya wî welatî bê vekirin

Îsraîl: Em destûrê nadin ku nûnertiya wî welatî bê vekirin

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Elî Cohen, ji radyoya ser bi rojnameya Maariv a Îsraîlê re axivî û li ser tayînkirina Balyozê Erebîstana Siûdî yê li Filistînê cara yekem daxuyanî da.

Elî Cohen bal kişand ser rewşa nûnertiya li Qudsê û daxuyaniya xwe bi vî awayî dewam kir:

"Erebistana Siûdi bi me re bi kordîne tevnegeriya û hewcedariya wan jî bi vê yekê tuneye. Em ê destûrê nedin ku bi vî awayî li Qudsê nûnertiyeke dîplomatîk a defakto ji bo Filistîniyan bê vekirin. Di tayînkirina nûnerê dîplomatîk a Erebîstana Siûdî ya li Filistînê de me tu peyam ji bîr nekiriye ye ku piştî pêşketinên di hevdîtinên asayîkirina Riyad û Til Evîvê de ji bo Filistîniyan hatiye dayîn.”

Cohen, di derbarê vekirina nûneratiya xwe ya dîplomatîk li Qudsê jî got ku "Em rê nadin ku li Qudsê konsolosxaneyên xwe vekin, ev yek ji me re ne guncaw e. Asayîkirina bi Erebistana Siûdî re tevlihev e lê ne ku ne pêkan e."

Wezîr Cohen diyar kir ku mijara sereke ya muzakereyên bi Erebistana Siûdî re ne Filistîn e û got ku

"Me îspat kir ku Filistînî li pêşiya aştiyê ne asteng in. Ev mijareke tevlihev e, lê ne pêkan e. Di dawiyê de ya girîng berjewendî ne. Berjewendiyên Erebîstana Siûdî ji yên Îsraîlê ne kêmtir in."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin