PeyamaKurd - Berdevkê Artêşa Îsraîlê Danîel Hagarî diyar kir ku wan Şerîda Gazzeyê ya dorpêçkirî kirine du parçe û bajarê Gazzeyê bi temamî dorpêç kirine.
Hagarî di civîna çapemeniyê de derbarê êrîşên li ser Gazzeyê de daxuyanî da.
Hegarî diyar kir, hêzên Îsraîlî bajarê Gazzeyê bi temamî dorpêç kirine û Şerîda Gazzeyê kirine du par û got, "Îro bakurê Gazzeyê û başûrê Gazzeyê heye."
Herwiha Hagarî eşkere kir, ew ê destûrê bidin sivîlên Filistînî yên li bakurê Gazzeyê jî derbasî başûr bibin.
Hegarî li ser pirsa êrîşên li ser Gazzeyê jî got, hêzên Îsraîlî niha li herêmê êrîşên berfireh dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin