Îsraîl: Tirkiye Îsraîlê test dike bê konsulxaneya xwe lê veke an na

Îsraîl: Tirkiye Îsraîlê test dike bê konsulxaneya xwe lê veke an na

PeyamaKurd – Çapemeniya Îsraîlê ragihand ku Tirkiye Îsraîlê test dike bê konsulxaneya xwe lê veke an na. Li ser mijarê rojnama Hayomê ya Îsraîlê binkeya nûçeya xwe bir ser rêvebirekî Tirkiyê yê di asta bilind de û weha got:

“Tirkiye bo Tel Avivê ragihand eger Îsraîl bo Tirkiyê soza bersivdanê bide, Tirkiye amade ye ku konsulxaneya xwe li Îsraîlê veke.”

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû berê li ser mijarê weha gotibû:

“Em bi Tirkiyê re axifîn û ev pêşdeçûneka başe.”

Pisporên siyasî dibêjin ne hewceye behsa qewimandinên berê bikin yên weka Marmara Kesk û divê her dû teref bi samimiyet bi hevre têkilî deynin. Eger her teref lihev bikin, wê Ankara bixwaze dorpêçên dora xwe ji holê rake û dê ev yek ji aliyê serokê Amerîkayê Joe Biden ve bi xweşî bê qebûlkirin.

Tirkiye di van demên dawiyê de ne tenê dixwaze xwe nêzî Îsraîlê bike her weha siyaseteka weha bi Misrê re jî dimeşîne. Lê hebûna rêvebirên Hamasê yên di asta bilind de li Tirkiyê, bo nêzîkbûna her dû dewletan dibe asteng.

Sê meh berê serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di mijara têkiliyên bi Îsraîlê de weha gotibû:

“Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Îsraîlê re bipêşbixe. Hevkariya me ya îstîxbaratê bi Îsraîlê re dewam dike.”

Ji Navenda Stratejî û Ewlehiya Qudsê Dr. Dr. Hay Eytan Cohen Yanarocak bo rojnama Hayomê weha got:

“Pirs ne ew ku Tirkiye dixwaze bi Îsraîlê re têkiliyên xwe baş bike an na lê pirs ew e bê pêdiviya Tirkiyê heye an na. Divê Tirkiye di siyaseta xwe ya Rojhilatê Derya Sipî de û di mijara Sûriyê de di siyaseta xwe ya derve de guherînan bike.

Desthilata Îranê li herêmê zêde dibe û Tirkiye weka Îsraîl dike dixwaze vê desthilatê asteng bike. Ankara bo wê zora ku ji rêvebiriya Biden tê ser Tirkiyê, dixwaze sist bike û pêdiviya Ankara weka pirekî bo bi Amerîkayê re, bi Qudsê heye. Hebûna Hamasê li Tirkiyê li pêşiya têkiliyên her dû dewletan astenga herî mezine.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin