Îsraîl û Amerîkayê bi Mexrîbê re peymana hevkariyê îmze kirin

Îsraîl û Amerîkayê bi Mexrîbê re peymana hevkariyê îmze kirin

PeyamaKurd – Şanda Îsrîl û Amerîkayê ku bi yekem sefera asmanî derbasî paytexta Mexrîbê Ribatê bûn, peymana hevkariya sêalî îmze kirin.

Şahê Mexrîbê Muhammedê 6emîn, di civîneke rojnamevanî de îmzekirina peymana aştiyê ya asayîkirina pêwendiyên ligel Îsraîlê û hevkariya sêalî ligel Amerîkayê ragihand.

Herwiha hat ragihandin ku wê di nav du-sê hefteyan de nûnertiyên aliyan li welatên Mexrîb û Îsraîlê bên vekirin.

Mexrîb piştî welatê Îmarat, Behreyn, Sûdanê bi Îsraîlê re têkiliyên xwe asayî dike ku çav li rê ye çend welatên din ên ereb jî peymanên aştiyê bi Îsraîlê re îmze bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin