PeyamaKurd – Hate ragihandin ku hem Tevgera Hamasê hem jî hikûmeta Îsraîlê li ser peymana bi 3 qoxan a dawîkirina şer li hev kiriye.
Li gorî weşana fermî ya Îsraîlê KANê çavkaniyekî siyasî ji hikûmetê ragihandiye, Hamas û Îsraîlê li ser agirbestê li hev kirine ku wê di qonaxa yekemîn de mirî yan jî sax 33 rehîneyên di destê Hamasê de bên berdan, di qonaxa duwem de şer bê dawîkirin û di qonaxa sêyem de jî hemû mirîyên aliyan bên radestkirin.
Hêjayî gotinê ye, Serokê Amerîkayê Joe Biden pêşniyar kiribû di nav 42 rojan de hemû rehîne mirî yan jî sax bên berdan û proseya agirbesta mayînde ya 6 hefteyan dest pê dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin