PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê ragihand, balafirên wan bi dehan binkeyên hêzên Îranê li Feyleq el Qudsa Îranî li Sûriyê û hin binkeyên artêşa Sûriyê armanc kirin.
Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand, hejmarek ji moşekan ji nava xaka Sûriyê ber bi Îsraîlê hatin avêtin, wan ji beriva wan moşekan daye û bi dehan pêgehên hêzên Îranî mûşekbaran kirine û hejmarek ji betariyên berevaniya esmanî ya Sûrî tune kirine.
Herwiha Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) belav kir, ji encama êrîşa Îsraîlê ji binkeyên hêzên Sûrî û Îranî, li derdora Balafirxaneya Şamê ya Navdewletî dengê teqînên bihêz hate bihîstin.
SOHRê da zanîn jî, hin mûşekên Îrasîlê li derdora bajarokê Qudseya ya başûrê Şamê ketin û agir bi cihên hatine armanckirin ket.
Ji aliyê din ve ajansa SANAyê belav kir, balafirên Îsraîlê derdora Şamê moşekbaran kir, lê pergala berevaniyê ya Sûrî piraniya moşekên Îsraîlê berî bigihin armanca xwe têkşikandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin