PeyamaKurd – Wezîrê Bergiriyê yê Îsraîlê Benny Gantz, derbarê hevdîtinên bi navbeynkariya Amerîkayê yên li ser sînorê deryayî di navbera Îsraîl û Lubnanê de daxuyanî dan û bersiv da gefên Hizbullaha Lubnanê.
Gantz di konferanseke Zanîngeha Recihman de diyar kir ku heger Hizbullah destwerdanekê bike dê encamên wê jê re xirab bin û got: "Heger vê bikin, wê bedelê wê Lubnan bide.”
Gantz herwiha anî ziman ku ew ji bo rêkeftineke di berjewendiya Îsraîl û Lubnanê de ku aborî û enerjiya herdu aliyan bipêş dixe re amade ne.
Demek berê Hizbullaha Lubnanê derbarê sînorên deryayî de, gef li Îsraîlê xwaribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin